Ana içeriğe atla

Kütçe sms

Min di jîyana xwe de sê tişt hez kir, TE, DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN, min TE hez kir, çimki ew TU bû, min DILÊ XWE hez kir, çimki wê jî te hez kiribû, û HÊVÎKIRIN, çimki ez hêvi dikim, TU min rojek hez bikî û bê HÊVÎ nehêle.
ÇAVREŞA MIN
Ez çavê te mêze dikim, Stêrkek dibînim, Ez nizanim, Ew ez im , ez nîn im, Ger ew ez bim, ez naxwazim ew stêrk ti rojek roniya xwe wînda bike çavreşa min –{@

EVÎN

Navê te evîn, TU bi xwe evînek î, roja min te dît, min ne tenê te naz kir, min evîna xwe jî naz kir, ez ne te, ne jî evîna xwe dixwazim wînda bikim, TU û EVÎN bo min dil û can in, dil bê can, can jî bê dil nabe evîna min –{@

KEJÊ

Tayên porên te wekî tava rojîn in, dibirikin, tarîyê ronî dikin, çavên te yên hêşîn wekî gulên hêşîn in ên li ser erdê, TU ronîya çavê min î, ne çavê min bê roniya xwe dikare bibîne, ne jî ez dikarim bê te bijîm –{@


Ez û Tu, erd û ezman, em ji hev dûr ketinin, kî me dûr xist ? ez ezman bim, tu erd , emê xwe dîsa bigihînin hevûdu


HÊSIRÊN ÇAVÊN TE

Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman bin avê de hişt, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çavreşa min, çima ew hêsiran ji çavê te dirijin, ez dilê xwe jê bikim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bila ew hêsirên çavên te nerijin –{@


ROJDA

Te roj da min, te ronî da min, te dil da min, te evîn da min, ROJDA , xwedê, te bo min daye


GULA MIN

Gula min, gula sor, gula zer, gula kesk, TU gula nîşana kurd û kurdistan î. Ez ne te, ne jî kurd û kurdistan berdidim, min we kiriye dil û can –{@

Tu ketîyî xewnên min, tu ketîye dilê min, tu ketîye ruhê min, ez çi bikim ?

Ji te dûr im, te nabînim. Li ser te ez ciger xwîn im. Çi bêjim ko nikarim bêm, di îro tu cem min nîn î, CIGERXWÎNA MIN

KÎ ME EZ ?

Ez im ez, bo te dinalim, bo te dimrim, ez bo te dihelim, TE min tenê hiştîye, te min bê dil hiştîye, li te digerim , nabînim, ez bê te najîm, nejîyam û ezê nikaribim bijîm ger tu neyî


Eger rojek lêvên te ziwa bin, ez bo te çem û newalan tînim, eger rojek çavên te tarî bin, ezê bo te tav û roj bînim, eger rojek te evînek geriye, ezê bo te xwe û dilê xwe bînim


Eger rojek te bo min got, erê, tu bizanibî, ew roj bo min roja rojbûn dayikbûn e.


Min xwast, ez te ji bîr bikim, wexta çavê te hat bîra min, min wê çaxê dizanibû, ez nikarim te ji bîr bikim, çimki, tu ronîya çavê min î, tav û roj, ez û tu


Wexta tu bawer nakî, ez bi devê xwe dibêjim, EZ TE HEZ DIKIM; wê çaxê li çavê min mêze bikî û bixwine; EW TE HEZ DIKE; BAWER BIKE


Eger rojek em li cem xwedê hat cem hev û xwedê ji min pirs kir, tu çima li dû min nehatîye, wê çaxê ezê bêjim, min biborîne; EVÎNA MIN (TU) ser û dilê min biribû, ez li dû wê çûm, TU ( xwedê) min dişewutînî naşewutînî tu dizanî.


Ez jîyana xwe de du kor naz dikim, yek EZ, ji evîna te kor bû me, yekê din nabînim, yek jî TU, tu nabînî, ez te çiqas hez dikim


Eger tu dixwazî bizanibî, ez te çiqas hez dikim, wê çaxê dest bavêje ser dilopên baranan, dilopên te girtiye, ewqas tu min hez dikî, dilopên te negirtiye, ewqas jî ez te hez dikim

Eger tu GULEK di nav çolên afrîka-sahara be, ez dîsa te bernadim û bi hêsirên çavê xwe av dikim, jîyan didim te û xwe


AGIR

Ma agira bûye arî dîsa dişewute ? Ma ava bûye berf dewam diheriqe ? Ev çavên ji te hez kirine û te dîtîye, çawa dikare yekê din hez bike û bibîne ?


Eger qelem/pênûs ji destê min bigrin û nehêlin ez binivsînim, wê çaxê ez canê xwe dibirim û dinivîsim; EZ TE HEZ DIKIM, kesek nikare me biqetînin


Eger şev û roj ewqas dirêj bin, çawa ez te difikrim, ewê ne roj , ne jî şev were, ez her dem te difikrim, min şev û roj biserûbin kiriye


Ewqas ez ji te hez dikim, min ji xwedê hez bikira, xwedê min dikir pêximber, lê TU ? te min çi dikir ?


STÊRK

Tu wekî stêrkên ezmanan, ronî, rind û dibiriqî, lê ez bêjim, ew bi sedan in, lê TU bo min yek î, STÊRKA MIN


Eger tu hêsirek di çavê min ba, ez qet nedigirîyam, ji bo ku, ez te carek jî winda nekim


Min dixwast ez gulek bam, ji bo ku , te min carek bêhn bikira, ez biketama dilê te û qet derneketema heta mirinê

Dîsa şevek dirêj bê xewn, dîsa tenê TE difikirîm, dîsa êvarê girîyam, dîsa sibe bû, min digot belkî her tişt bidawîbû, lê ev hat hêş û mejûyê min; Ez TE dîsa hez dikim, ez bê te nikarim



Hîva li ser ezman tenê bo te dibiriqe û dibêje; MIN ji bîr meke, Ew bo TE agahîyek tîne û zirav zirav gûhê te de dibêje; Xewnên xwe de min bibîne

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Yalda Abbasi Mohsen Mizazade Le Yare Sözleri Türkçe

Kadın Ez ku iro pır xemginim, lê yare… (Ben ki bugün çok dertliyim, le yare…) Lê yare, gul nare… (Le yare… Gül nare…) Cab levina negerinım, lê yare… (Bir divane onu ararım, le yare…) Lê yare, hevale… (Le yare, hevale…) Neşan jêde ev nabinim, lê yare… (Ararım da bulamam, gül nare…) Neşan jêde ev nabinim, lê yare… (Ararım da bulamam, gül nare…) Derdê dılemın koriyeh, lê yare… (Gönlümün derdi kördür(?), le yare) Lê yare, gul nare… (Le yare… Gül nare….) Xussan canê mın xariye, lê yare… (Xuslar(?) canımı yedi, le yare… ) Lê yare, hevale… (Le yare, hevale…) Didar maye kıyamete, lê yare gul nare… (Buluşmak kıyamete kaldı, gül nare…) Didar maye kıyamete, lê yare gul nare… (Buluşmak kıyamete kaldı, gül nare…) Erkek; Caylan kuştın, jınan bırın, lê yare… (Caylanı öldürdüler, kadınlar kötürdüler, le yare…) Lê yare, gul nare… (Le yare… Gül nare…) Gulyarê mın esir kırın, lê yare… (Gülyarımı esir ettiler, le yare…) Lê yare, hevale… (Le yare, hevale…) Van fıritın le

İbrahim Tatlıses Filmleri

İbrahim Tatlıses Filmleri,İbrahim Tatlıses Filmleri izle,yeşilçam hülya avşar -İbrahim Tatlıses Filmleri,türk sineması İbrahim Tatlıses Filmleri,eski nostalji İbrahim Tatlıses Filmleri Bu Bölümde ibrahim Tatlisesin Cevirdigi Tüm Filmler Yeralmaktadir. Filmleri izleye Bilmek icin Resimlere Tiklayiniz. Bazi Filmler 2 Cd Olarak Eklenmistir. Filmin Devamini izleye Bilmek icin Hemen Yanindaki Resimi Tiklayarak Filme Devam Baka Bilirsiniz iyi izlemeler. Burdaki Filmler Tanitim Amaciyla Sunulmustur. Sanatcilara Destek Vermek icin Orjinal Cd lerini Satin Almanizi Tafsiye Ederiz. Sitemizdeki Filmlerimizin Yüzde 99 u Nostalji Agirlikli Filmlerdir. Alisan - 1982 ibrahim Tatlises - Yaprak Özdemiroglu - Yaman Okay - Savas Akova Ali Tutal - Zeynep Irgat - Alev Gürzap - Hamit Yildirim ALLAH ALLAH - 1987 ibrahim Tatlises - Melike Zobu - Mehmet Ali Erbil Neslihan Acar - Neriman Köksal - Hüseyin Kutman Asiksin - 1988 ibrahim Tatlises - Hülya Avsar - C

Engin Noyan Güzel Dua

 Yâ Berr! Yoktum yokluğumun farkında değildim İyilik ettin var eyledin beni Anılmıyordum anılmaya değer değildim İyilik ettin insan eyledin beni Bilmiyordum bilmediğimi bilmiyordum İyilik ettin kendini bilir eyledin beni Bilmiyordum senin farkında değildim İyilik ettin inanlardan eyledin beni Kimsesizdim kendime dost arıyordum İyilik ettin dostun eyledin beni Yetimdim sahibimi arıyordum İyilik ettin rahmetine çağırdın beni Hatalıyım pişmanlık duyuyorum